Roja Sor e. V.

   

Für Frieden, Freiheit & Gesundheit

 

Rêbaz Kurmancî

§ 1                                                    
Navê saziyê: Roja Sor e (Saziya Êzîdiya ya Alîkariyê Roja Sor).

Ev sazî wê di tomargeha saziyan de bê tomarkirin. Piştî tomarkirinê wê navê wê bibe: Roja Sor e.V.
Auf Beschluss des Vereins, soll der Verein in das Vereinsregister eingetragen werden.
Nach der Eintragung lautet der Name „Roja Sor e.V.“

  1. Navnîşan û cihê saziyê: Roja Sor Almaniya
  2. Sazî tenê xebatên ku armanca wan xêr e dike, ew xebatên ku di wateya „armancên sûdgirtina ji bacê“ ya şîroveya serfkirinê de ne.
  3. Armanca saziyê piştgiriya alîkariya penaberan e di wateya § 52 jêrerêz 2 nemra 10 ji şîroveya serfkirinê, her weha piştgiriya armancên xêrê bi rêya alîkariyê bo kesên pêdiviya wan heye, di wateya § 53 nemre 2 ji şîroveya serfkirinê, ji cihê êzîdiyan re, bi taybetî li Șengalê û ji bo kesên din jî ku li wan cihan pêdivî bi alîkariyê hene.
  4. Ev bi taybetî bi peydakirina destekên alîkariyê ji bo vê armancê, ji aliyê saziyê ve dibe, her weha ji aliyê saziyên din yên ji bacê sûdwergêr yan saziyên qanûna giştî, tê bicihkirin.
  5. Sazî barhilgirên xwarinê, cil û bergan, derman û tiştên din yên alîkariyê birê dixe û di jinûve avakirinê de cih digire

§ 2 
Bîr û bawerî

  1. Sazî bêpere kar dike, di serî de li pey armanca fêdeya xwe nagere.
  2. Roja Sor heft bîr û baweriyan dipejirîne: Mirovahî, serbixweyî, bêalî, bêgirêdana siyasî, minêkar (bi dilê xwe), yekîtî, cihanî

§ 3 
Hatina saziyê

  1. Hatina saziyê tenê divê ji bo armancên rêbazê bê bikaranîn. Ҫênabe endam diyariyan ji hatina saziyê bigirin

§ 4 
Xercî

  1. Ҫênabe kesek li derî armancên saziyê yan bi rêyên ne rewa ji xerciyên saziyê fêdê bigire

§ 5 
Malê saziyê

  1. Dema hêrifandin û nemana saziyê yan hilanîna karê alîkariyê ji ser, hemî malê wê diçe ji UNICEF re, ku dê rasterast û tenê bi armanca xizmetên alîkarî û piştgiriyê bikar bîne.
  2. Endam û her weha endamên kevin jî, di wextî de, li ser malê saziyê ne xwedî maf in û bi taybetî vegerandina bihayê endametiyê û diyarî û alîkariyên din li xwediyên wan nayên vegerandin

§ 6 
Daxwaza endametiyê ya çalak û neçalak

  1. Endamê saziyê dikare her kesekî xwezayî yan jî zagonî be. Li ser endametiya çalak û ya neçalak, bi daxwaznameke nivîskî, komîteya birêvebir biriyarê dide

§ 7
Rakirina endametiyê

  1. Dawîkirina endametiyê.
  2. Kirasguherîna (mirin) endam
  3. Vekişîna azad
  4. Kesên zagonî bi hilweşîna saziya xwe ji endametiyê dikevin.

Xwevekişîna azad ya endamekî rêvebiriyê bi şîroveyeke nivîskî dibe. Ew bi dawîkirina salnameya saziyê û piştî sê mehên dema xwevekişînê endametî radibe.

Endametî dikare bi biriyara komîteya rêvebir bê rakirin, eger endam piştî du caran hişiyariyê bihayê endametiya xwe nede. Rakirina endametiyê di vê rewşê de, bi nivîskî ji endam re diçe.

Eger endamek li dijî berjewendiyên saziyê derbikeve, bi biriyara komcivîna giştî ya saziyê ji endametiyê tê avêtin. Berî biriyara komcivînê, mafê wî endamî heye helwest û dîtinên xwe bîne zimên û şîrove bike. Șîroveya nivîskî ya wî endamî di komcivînê de tê xwendin.

Qedexe ye ku endamek li dijî Roja Sor bangeşiyê bike yan jî bibe endamê saziyeke siyasî ku armancên wê li dijî Roja Sor in yan li djî bîrên demokratî û nirxên şaristanî ne.

§ 8
Bihayê endametiyê

Ji hemî endaman bihayê endametiyê tê girtin. Bihayê endametiyê yê salane û kengî tê dan, komcivîna giştî biriyarê li ser dide.

Endamên rûmetê bihayê endametiyê nadin.

§ 9
Baskên saziyê

  1. Koma Rêvebir.
  2. Komcivîn.

§ 10
Baskên saziyê

Koma rêvebir 7 kes in:

  1. Serok
  2. Cîgirê serok
  3. Nivîser
  4. Berpirsê mewdanî
  5. Sê endam

Du endamên koma rêvebir, bi hev re, li pêşiya dadgehan û derveyî dadgehan nûneriya saziyê dikin.

Kesek tenê bi serê xwe nikare gelek karên rêvebiriyê bi hev re bike.

§ 11
Dirêjiya karê koma rêvebir

  1. Rêvebirî ji endamên çalak, ji bo 2 salan, ji roja hilbijartinê tê hilbijartin. Ew heta hilbijatineke nû, li ser karê xwe dimîne.
  2. Eger endamekî rêvebiriyê kêm bibe, koma rêvebir endamekî din ji endamên çalak, ji bo dema mayî hildibijêre.

§ 12
Biriyarên rêvebiriyê

  1. Koma rêvebir biriyarên xwe bi giştî di civînên xwe de distîne, ev civîn ji aliyê serok yan jî cîgirê wî bi nivîskî, tomarkirina telefonî yan birûsk tên daxwazkirin. Divê ev daxwaz berî sê rojan ji civînê bê kirin. Ne gerek e ku rojeva civînê bê parvekirin. Koma rêvebir dikare biriyaran bistîne eger bi kêmayî 2 endam amade bin û yek ji wan serok yan cîgirê wî be. Bi piraniya dengên dirûst biriyar tên girtin. Eger deng wek hev bin, dengê rêvebirê civînê encam dide.
  2. Serokê saziyê civînên koma revebir birêve dibe, eger ew ne beşdar be cîgirê wî birêve dibe. Biriyarên koma rêvebir bi armanca belegekirinê tên protokolkirin û ji aliyê rêvebirê civînê ve tê imzekirin.
  3. Biriyarên koma rêvebir dikarin nivîskî yan tomarkiri bên danîn eger hemî endamên rêvebiriyê van rêzanan bipejirînin.

§ 13
Komcivîn

Di komcivînê de her endamekî beşdar -her weha endamên rûmetê jî- dengekî wî heye. Komcivîn bi taybetî ji bo van karên jêr berpirsiyar e:

  1. Girtina rapora salane ya koma rêvebir û rakirina berpirsiyariya wê.
  2. Destnîşankirina bihayê endametiyê û dema dana wê.
  3. Nûkirina endamên rûmetê.
  4. Hilbijartina berpirsên piştgiriya wêraniyê.
  5. Biriyardana li ser daxwaznameyên endaman.

 

Tenê ji aliyê endamên çalak ve dibe:

  1. Hilbijartin û vexwendina endamên koma rêvebir.
  2. Biriyarên li ser guhertina rêbazê û yên li ser hilweşandina saziyê.

§ 14
Daxwaza lidarxistina komcivînê

Bi kêmayî di salê de carekê, di çar mehên dawî de, gerek e bi awayekî rêkûpêk komcivîn lidar bikeve. Berî dema wê bi du heftiyan ji aliyê koma rêvebir ve tê daxwazkirin. Ev daxwaz bi nivîskî yan bi belavkirina di malperê de tê kirin û pê re rojeva civînê jî tê destnîşankirin. Dem ji roja piştî şandina vexwendinê dest pê dike. Vexwendin wek ku gihîştibe ber destê endam tê pejirandin eger li ser navnîşana wî ya dawî hatibe şandin. Rojeva civînê koma rêvebir destnîşan dike.

§ 15
Biriyarên komcivînê

  1. Komcivîn ji aliyê serokê saziyê yan cîgirê wî eger ew nikaribe yan endamekî ji koma rêvebir birêve diçe. Eger di komcivînê de kesek ji endamên rêvebiriyê beşdar nebe, civîn bikêmayî du heftiyan tê paşvexistin. Eger di cara diduyan de jî kesek ji rêvebiriyê beşdar nebe, endamên beşdar rêvebirekî civînê hildibijêrin.
  2. Protokola civînê ji aliyê nûserê pirotokolan ve tê nivîsandin, eger ew ne beşdar be, endamên beşdar nûserekî hildibijêrin.
  3. Rêvebirê civînê awayê dengdanê destnîşan dike. Divê dengdan nivîskî bê çêkirin, eger 1/3 ji xwediyên mafê dengdanê yên beşdar vê yekê daxwaz bikin.
  4. Komcivîn ne vekirî ye. Rêvebirê komcivînê dikare hebûna mêvanan bipejirîne. Komcivîn li ser pejirandina ragihandinê, radiyo û televiziyonan di civînê de biriyar dide.
  5. Vexwendina qanûnî ya komcivînê bo her endamekî ne girêdayî hejmara beşdarên ku dikarin biriyaran bidin.
  6. Komcivîn biriyarên xwe bi giştî li ser bingeha 51/100 ji dengên dirûst dide, yên bêdeng dimînin nayên hejmartin. Ji bo guherîna rêbazê (di nav de, armacên saziyê) pêdivî bi 3/4 ji dengan heye, ji bo hilweşîna saziyê pêdivî bi 4/5 ji dengan heye.
  7. Bo hilbijartinê ev rêzan tên bikaranîn: Eger di cara yekem de kesek ji hilbijêran negihişt hejmara dengên tên xwestin, di nav du hilbijêrên ku dengên pir anîne de dubarekirina hilbijartinê çêdibe.
  8. Biriyarên komcivînê tên nivîsandin û dibin pirotokol, ev pirotokol ji aliyê rêvebirê civînê û nûserê pirotokolan ve tê imzekirin. Di pirotokolê de divê ev agahî bên destnîşankirin: Cih û dema civînê, navên rêvebirê civînê û nûserê pirotokolan, hejmara endamên beşdar, rojeva civînê, encamên her dengdanekê û awayê dengdanê. Eger rêbaz bê guhertin, dive xalên ku hatine guhertin bên destnîşankirin.

§ 16
Daxwaza guherîna rojevê

Her endam dikare bi derengî, berî heftiyekê ji roja komcivînê, bi nivîskî daxweza guhertina xalên rojevê bike. Rêvebirê civînê di destpêka civînê de, xalên hatine guhertin destnîşan dike. Endamên beşdar di komcivînê de, biriyarê li ser daxwazên guhertina rojevê yên di dema civînê de tên xwestin, didin. Bo wergirtina daxwaznameyan pêdivî bi 3/4 ji dengên dirust heye. Guhertina rêbazê, hilweşîna saziyê û her weha hilbijartin û bangkirina endamên rêvebiriyê dikarin bibin cihê biriyarê eger daxwaznameyên endaman di rojevê de hatibin diyarkirin.

§ 17
Komcivîna awarte

Koma rêvebir dikare her dem daxwaza komcivînek awarte bike. Vexwendina komcivînek awarte dibe eger berjewendiyên saziyê vê yekê bixwazin, yan jî 1/10 ji hemî endaman nivîskî, bi destnîşankirina armanc û sedeman ji koma rêvebir, daxwaz bikin. Bo komcivîna awarte § 13, 14, 15 û 16 dimeşin.

§ 18
Sazî, xwe û kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye bi van riyan xwedî dike:

Bihayê endametiyê

Xêrdan (dana xêrê)

Diyarî, hemî reng

Danên giştî û taybetî

§ 19
Bo berpirsiyariyê, sazî tenê mal û mewdanên saziyê misoger dike. Misogeriya berpirsiyariya kesayetî ya endaman bo saziyê tune ye.

§ 20
Sala mewdanî

Sala mewdanî ya saziyê salname ye.

 

 

 

 

roja-sor@gmx.de

Roja Sor e. V.